Ich will Deutsch lernen

Deriyê online yê hînbûna zimanê almanî

«ich-will-deutsch-lernen.de»(www.iwdl.de) deriyekî hînbûnê yê belaş û pnline e Ev malper hn hînkariyan li asta A1 HEYA B1 pêşkêş dike. erwiha, komeke berfireh ji bernameyên fêrbûnê bo nivîsîna asta navgîn pêşkêş dike.
Li beşa “ziman û kar” 30 senariyo digel tiştên perwerdeyê bo namenigarî û pêwendiyên karî heya asta +B1 tên pêşkêşkirin.

Ev li malpera hînbûnê pêşkêş dibin

Bi «ich-will-deutsch-lernen.de» herdem dikarin hînkariyê bikin û zimanê almanî hîn bibin. Hûn biryar didin çi hînkariyan bikin û bi çi lezê wan bikin Mamosteyekî bi hêz dê arîkariyê bide we:

Bernameya demê û rêyên hînbûnê

Hînkariyên li ich-will-deutsch-lernen.de li gorî pêşnûmayeke diyar a hînbûnê li rûpeleke lîstikê pêşkêş dibin. Hûn biryar didin ji ku dest pê bikin – û ji rêya “”herî baş”” a hînbûnê ku li bernameya demê pêşniyar bûye bişopînin yan yekeyên dersî yên belaş hilbijêrin.
Hûn dikarin herdem hînkariyan dubare bikin û asta hînbûnê biguherin. Û li “”koma hînbûnê”” hûn dikarin pêşketina hînbûnê bibînin.
Deutsch lernen online und kostenlos - Spielplan

Schnitzel und Dolmades – rêzefîlma heyî li malpera hînbûnê

Çîrokên jiyana malbata yûnanî, Tisantîdîs, kiyoskdarê Tirkiyeyê, Emre, xwendekarê danmarkî, Înga, heval û cîranên wan li rewşên cûr bi cûr, madeyên xav bo destpêkirina hînbûna li ich-will-deutsch-lernen.de ji we ra amade dike. Ev rêzefîlm di 45 beşan da we digel waneyên têkildar ra dide nasandin û li deriyê hînbûnê rê li we nîşan dide.

Rêbaza wê ya karkirinê çawan e

  • Bi e-nameya xwe bi belaş li www.iwdle.de navnivîsiyê bikin – forma navnivîsiyê bi 16 zimanan heye.
  • E-nameyek digel lînka erêkirinê ji we ra tê şandin ku divê ser wê pêl bikin bo pêvajoya navnivîsyê bikemile û piştre dikarin li deriyê hînbûnê hîn bibin: Her dem û her derê
Eger hûn bixwazin li komeke hînbûnê fêr bibin, berpirsê wê dê nihên/peyva têketinê dê ji we ra bişîne. Hûn dikarin bi vê nihênî/peyva têketinê bikevin nava rûpele sereke ya malperê Baldar bin ser bişkoka “Navnivîs”iyê pêl nekin.
Gelo hûn dixwazin beriya navnivîsyê li nava malperê bigerin? Beşa bo mêvanan hilbijêrin û imkana malperê ya ich-will-deutsch-lernen.de nas bikin.

Arîkarî û rênîşandan

Li hemş beşên deriyê hînbûnê fîlmên arîkarî û rênîşandanê hene. Ew wan beşên hînbûnê û cûreyê hînkariyên we yên hene şirove dikin. Mamosteyê we jî dikare li bara çawaniya bikaranîna malpera ich-will-deutsch-lernen.de arîkariyê bide we.

Li vir hûn rasterast dikevin nava deriyê hînbûnê.

www.ich-will-deutsch-lernen.de