Einstieg Deutsch

Eplîkêyşina hînbûna zimên

Eplîkêyşina hînbûna zimên a “Einstieg Deutsch” gellek hînkarî bo hînbûnê pêşkêş dike. Li vê eplîkêyşinê, pêdiviyên hînbûna zimên li astên seretayî û navgîn tên berçavgirtin û armanca wê ew e hûn axaftina almanî zû hîn bibin. Piştî demeke kin, peyvên herî sereke li destê we ne û hûn dikarin hevokên hîn bûne biguherin.

eplîkêyşina hînbûna zimên a «Einstieg Deutsch»

  • belaş e
  • Bi deh zimanan hatiye wergerandin (Erebî, Derî, Inglîsî, Farisî, Fransî, Kurdiya Kurmancî, Peştû, Tîgrîniya, Tirkî, Urdû)
  • Li 15 mijaran dabeş bûye, wekî “hevdîtina digel bijîşk”, “dewlet û rayedar”, “kirrîn” – û arîkariyê dide we rasterast jiyana rojane tecrube bikin – li gorî pêdiviyên xwe yên ferdî
  • Wekî Offline li ber dest e

Li vê eplîkêyşinê ev hene

  • Şiroveyên kurt û rênîşana mijarî
  • Nûmayîşa slaydê digel dengê almanî û jêrnivîsa wê bi çend zimanan
  • Hînkariyên cûr bi cûr bo hînbûna şiyanên guhdayîn, axaftin û xwendinê
  • Ferhenga çend zimanî û pirtûka têgehan
  • Hînkera çend zimanî ya peyvan
  • Lîstikên hînbûnê (tê amadekirin û çêkirin)

Li vir belaş daxînin

nusxeya taybet a iOS

Nusxeya taybet a Android